Netanyahu hewl dide ji hilbijartinên pêşwext bireve
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binjamîn Netanyahu ji ber şerê bi Îranê re piştgiriya gel zêde nebûye xwe ji îhtîmala hilbijartinên pêşwext dûr digire.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binjamîn Netanyahu ji ber şerê bi Îranê re piştgiriya gel zêde nebûye xwe ji îhtîmala hilbijartinên pêşwext dûr digire.
Di rojên destpêkê yên şer de, di nav koalîsyona rastgir a Netanyahu de hilbijatina pêşwext hat rojevê.
Heta hin derdor nirxandin kirin ku ji bo atmosfera siyasî ya piştî êrîşên li ser Îranê çêbûyî sûd were girtin, hilbijartina ku wê di Cotmehê de vê lidarxistin bînin pêş.
Lê tê gotin ku di vê merhalayê de şer tevkariyeke berbiçav bedaye hikûmetê. Ev rewş wekî ku Netanyahu ger biçe hilbijartinên pêşwext wê rîskeke mezin bide ber çavên xwe.
Li gorî qanûnên Îsraîlê, heke budçe heta 31’ê Adarê ji aliyê parlamentoyê ve neyê pejirandin, mecbûre ku di nav 90 rojan de hilbijartinan li dar bixe. Ji ber vê yekê, tê gotin ku pêşîniya Netanyahu ew e ku bi pejirandina budçeyê îhtîmala hilbijartinên pêşxwest ji holê rake.
Sê berpirsên hikûmetê yên ku ji Reuters re axivîn û diyar kirin ku şerê ku nêzîkî çar hefteyan berdewam dike, encamên siyasî yên dihar xwestin bi dest nexistiye û ji ber vê yekê Netanyahu hewl dide ku ji hilbijartinên pêşwext bireve.